• Friday, 17 May 2024
logo

Serok Talebanî spasiya serok Barzanî kir

Gulan Media January 31, 2012 Nûçe
Serok Talebanî spasiya serok Barzanî kir
Serokkomarê Îraqê rêzdar Celal Talebanî, piştî vegera xwe ya ji Almaniyeyê ku bi mebesta pişkinîna tendirûstiya xwe çû bû, serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzan jî li rewş û tendirûstiya serok Mam Cela pirsî bû, ji bo wê yekê û ji bo spasiya serokê Herêma Kurdistanê ku li rewşa cenabê serok Mam Celal pirsî bû, nameyek nivîsî yê spasiyê ji aliyê serok Talebanî ve jê re hat şandin û ev jî deqa wê nameyê ye:


Serokê Herêma Kurdistanê


Rêzdar û bira hêja mamoste Mesûd Barzan


Silaveke gerim bereketa Xweda ji bo we


Bi dilekeî gerim û hestên kûr yên xweşhalbûnê, ji ber neştergeriya min ya serkeftî li Almaniyayê, min peywendiya we ya li rewşa min pirsînê ya biratiyê girt, ji bo wê yekê, ez spasiya we dikim û ez ji nû ve soz û peymanê didim ku em ê liser rêbazên ku me ji xebatên salane re yên tekoşîna avakirina azadî û xêr û xweşiya ji gelê xwe re da bû nîşan kirin, em her berdewam bin.


Ji Xwedayê mezin daxwz cansaxî û serkeftina herdemî ji te re dikim


Ligel rêz û pêzanînê


Birayê we


Celal Talebanî


Serokkomarê Êraqê

PUKmedia
Top