• Friday, 17 May 2024
logo

cêgirê nunerê taybetê sekretêrê giştî yê NYê li Îraqê: sîyaseta Herêma kurdistanê digel nerînên NY ê wek heve

Gulan Media January 31, 2012 Nûçe
cêgirê nunerê taybetê sekretêrê giştî yê NYê li Îraqê: sîyaseta Herêma kurdistanê digel nerînên NY ê wek heve
Bi helketina dest bikarbuna wî weke cêgirê nunerê taybetê sekretêrê giştî yê NYê li Îraqê jibo karûbarên sîyasî û helbijartina,duh birêz Girorgî Bostîn serdana fermangeha peywendî yên derveya Hikumeta Herêma kurdistanê û ji alî yê Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de ku Sikol Kondî berpirsê Yonamî li herêmê û Dr. Dîndar Zêbarî alîkarê berpirsê fermangehê jibo karûbarên rêkxistî yên nêvdewletî amadebu, Felah Mistefa pîrozbahî li birêz Girorgî Bostîn kirin bi helketina dest bikarbuna wî weke cêgirê nu yê nunerê taybetê sekretêrê giştî yê NY ê li Îraqê û hîvî ya serketinê jibo xwest di erk û karê wî de û amdeya fermangeha peywendî yên derve jî jibo her alîkarî û hemahengîyekê dîyar kir bi merema serketina bername û karê Yonamî li heerêmê.

berpirsê peywendî yên derve amaje bi rewşa sîyasî li Îraqê û ew pirsên helawîstî mayîn dinêvbera Bexda û Hewlêrê de kir û got : di vê qûnaxê de pir giringe NY rola lihevnêzîk kirina alîyên sîyasî li Iraqê bi leyze jibo çareserkirina vê qeyrana sîyasî ku welat têde derbas dibe.

Herweha ronî xiste ser rola NY ê di dema derbas buyî de û ta niha û got : her çende ew rol bêtir alîkarî ya Mirovayî buye lê niha NY dikarin di gelek warande alîkarî ya herma kurdistanê bikin bi taybet di teknîkî û pirosêsên helbijartina û pêş kêş kierina xizmetkarîya.

Di hemberê de cîgirê nunerê taybetê sekretê giştî NY li I raqê şabuna xwe jibo vê serdanê û pêşketinên herêma kurdistaanê dîyar kir û pesna rola birêz Misûd Barzanî serokê herêma kurdistanê kir jiber hewl û bizavê wî yên rijd jibo çareserkirina qeyrana sîyasî Li Iraqê û beşdarî ya tev alî ya di pirosêsa sîyasî de li welat.

Herwisa got : herêma kurdistanê ji alê aramî û tenahî û bihevrejîyanê û avedankirinê gelek cudaye ji navçeyên din yên Iraqê , jiber wê yekê ji nunerê sekretêrê giştî yê NY ê li Iraqê dixazim di raporaa xwe de ya werzî jibo Nîyo yorkê amaje bi cudahyên herêma kurdistanê bi de digel deverên din yên Iraqê.

Li dawî yê cîgirê nunerê taybetê sekretê giştî NY li I raqê got : sîyaseta Herêma kurdistanê digel nerînên NY wek heve û em pêşwazî ya vê sîyasetê dikîn û alîkar dibîn jibo avakirina Civakekî Şaristanî pêşketî.
Top