• Friday, 17 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel nûnerên welatên Erebî, Îslamî û biyaniyên li Herêma Kurdistanê re civiya

Gulan Media January 31, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel nûnerên welatên Erebî, Îslamî û biyaniyên li Herêma Kurdistanê re civiya
Duh dûşem 30/01/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel nûnerên welatên Erebî, Îslamî û biyaniyên li Herêma Kurdistanê li Konsolên Giştî û Konsol û berpirsên nivîsîngehan re civiya.

Li destpêka civînê de, birêz Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo vê civînê spasiya Serok Barzanî kir û li girîngiya hebûna nûnerayetiya hejmarek li welatên Erebî, Îslamî û biyaniyan kir û balkişand li ser wê yekê ku hejmara wan jî zêde bûye û hinek welatên din jî amadehiya xwe nîşandane ku Konsolxane û nivîsîngehên xwe li Herêmê vekin û eve jî vedigere ser serkirdayetiya hekîmaneya Serok Barzanî û hebûna aramiya her du warên siyasî û ewlehiyê û tekez li hewla berdewamiyên Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li berfireh kirina pêwendiyan û pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst ji bo wan welatan ku dixwazin pêwendiyeke raste rasta wan li Herêma Kurdistanê re hebê‌.

Paşê Dr Frederic Tissot Konsolê Giştiyê Fransa û Ragirê Hêla Dîplomasiya li Herêma Kurdistanê bi navê Konsol û Nûneran ji bo vê civînê spasiya Serok Barzanî kir û balkişand li ser pêşketinên Herêma Kurdistanê yên li rûyê aboriyê ve û wan kar û çalakiyên ku li sala 2011 li Herêmê hatine encamdan û bi vê helkeftê jî ji bo wan kar û çalakiyên ku li ser asta hundir û derve hatine encamdan pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û ji bo sala 2012 jî hêvî xwest ku ew demokrasiyeta li Kurdistanê dihête birêvebirin berdewamiya xwe hebê û ragihand ku hêviyeke mezin bi Kurdistan û paşaroja wê heye û piştgîriya xwe û hemû dîplomatkarên amadebuyê civînê li binyatnana komelgeheke pêşketî dûpatkir.

Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina amadebûyan, bi hatina sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li wan kir û hêvî xwest ku ev sal bibê mayeya xêr û xweşiya hemû mirovayetî û hebûna wan hemû nûnerayetiyên li Herêma Kurdistanê jî bi delaletekî erênî da zanîn û ragihand ku hebûna wan nûnerayetiyan hêviyeke mezin bi gelê Kurdistanê bexşiye.

Sebaret bi rewşa Herêm û Iraq û herêmayetiyê ve jî Serok Barzanî tîşk xiste li ser pêşketinên dawiya Herêmê û balkişand li ser wan hewlên ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine avêtin û ragihand ku şêwirîna vî derbarî li gel hemû aliyan berdewame bi hevrik û opozîsyonê ve jî û dergeh jî vekiriye ji bo opozîsyon eger bixwaze beşdarî li vê kabîneyê da bike û eger nexwazin jî ew dikarin rola xwe ya wekî opozîsyon li çarçêweya yasa û Parlemenê da bibînin. Em nabêjîn bê‌ kêmasîne lê belê sîstema Kurdistanê sîstemekî demokratiye û her çar sal carekî hilbijartin dihêne kirin û ew hilbijartin jî herdem bi çavdêriya we û rêxistin û çavdêrên navdewletiyan ve hatiye encamdan û li bihara sala 1991 jî ez bûm ku min daxwaza encamdana hilbijartinê kir û êdî ji wê demê ve eve bûye nerîtêk û li sala 2013 hilbijartinekî nû li Herêmê dihête kirin û hez dikîn ji niha ve her çi têbîniyeke we hebê‌ bixin rû ji bo kurkirina demokrasiyeta li Herêmê da.

Em xweşhalîn bi rewşa emniya xwe ku arame û pêwendiya me ya komelayetî jî gelek bi hêze, raste hinek car cûdahî li bîr û nêrînan de dibe lê belê li asta pirsa neteweyî û çarenûssazan da bi yek deng û yek helwestîn, me hêviyeke mezin bi paşarojê heye û paşarojeke geş jî li pêşiya meye.

Di derbarê rewşa Iraqê jî, Serok Barzanî balkişand li ser wê qeyranê ku ev demeke dûçarî pêvajoya siyasiya Iraqê bûye û piştî saêa 2003 bi mezintirîn qeyran da zanîn û ragihand ku pêş û paşa îsal li ser komek prensîpan rêk bûyîn yek ji wan hukma Iraqê divê bi hevbeşî bê kirin û Iraq jî divê Iraqekî Federalî Demokratî bê û Hikûmeta niha jî li ser çend bingehan hate damezrandin wekî hevbendiya rasteqîne û pabendbûna bi destûr û vegerana hevsengiya nav dam û dezgehan û çareserkirina gîr û giriftên di navbera Hewlêr û Bexda.

Me weku Kurd hewl daye rola çareseriyê ji bo hemû pirsan bibînîn, lê belê pabend nebûna bi wan bingehan ne merce berdewam bibîn li ser helwesta xwe yê berê. Niha em li benda sazkirina civîneke berfirehin bo ku çareseriyek ji bo gîr û giriftan peyda bikîn û ji bo armanca me ya serekî baweriyê bi hevdû bikîn, ji ber ku ew qeyrana niha qeyrana bê baweriyê ye û biryara vegerana Lîsta Iraqiye jî ya li nav Parlemena Iraqê bilind nirxand û hêvî xwest ku ev vegeran bibê destpêka vekirina rûpeleke nû ya li pêwendiyan da û her wiha li ser xistina civîna çaverêkirî.

Li ser rewşa Herêmê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku guhertinên gelek mezin rû daye û em wekî Herêmê rêz li her biryarekî digrîn ku xelkê wan welatan didin û hêvî xwest ku ew welatên ku guhertin têda rûdaye bigihin paşarojeke geş û li vî warî de balkişand li ser rewşa Kurdên Suriye û ragihand ku ewê li cem me girînge guhertinek li rewşa Kurdên Suriye rû bide û wekî pêkhateke duyem li welatê Suriye mafe wan yê rewa jî bê nasîn û balkişand li ser wê konferansa ku ji bo revenda Kurdên Suriye li derve li Hewlêrê hate sazkirin û ragihand ku mebesta wê konferansê ewe bû ku hemû aliyê Kurdên Suriye yek gotar û yek serkirdayetiya xwe hebê û ew biryara ku dane em jî piştgîriyê li biryarên wan dikin.

Li dawiya civînê de, nûnerên welatên Erebî, Îslamî û biyaniyên li Herêma Kurdistanê çend pirsiyarekî pêşkêşî Serok Barzanî kirin û cenabê wî jî gelek bi eşkereyî bersîva wan pirsiyaran da.
Top