Kongreya Kurdên Sûriyê li Hewlêrê bi dawî hat
Kongre bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Hewlêrê, bi beşdariya partiyên siyasî yên kurd û kesên serbixwe saz bû.
Di kongreyê de amaje bi yekrêziya kurdên Sûriye yên li derveyî welat hate kirin, ji bo firehkirina doza kurd û gerandina bi dinyaya derve, piştgiriya tevgera rizgarîxwaza kurd, palpiştiya li Encûmena Niştimanî a kurd li Sûriye, parastina yekrêziya kurd di nav opozisyona Sûriyeyê de.
Endamê komîteya amadekar Şelal Gedo di civîneke rojnamegeriyê de, daxuyaniya dawî ya kongreyê xwend û amaje pê kir ku kongre bi amadebûna 249 endaman ji 25 welatên dinyayê bi serkeftî derbaz bû.
Kongreyê hemû ew karên tundûtûjiyê li dijî serhildêrên Sûriyeyê şermezar kir ş piştgiriya xwe bo daxwazên gelê Sûriyeyê û gelê kurd jî di nav de pêşkêş kir.
Herwiha kongreyê piştgiriya hemû raspardeyên Kongreya Niştimanî ya kurd ku di 26 cotmehê de li Qamişloyê saz bû, dikin.
Komeleyek raspardeyên din ji aliyê Kongreya revenda kurdên Sûriye bo Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) hatin pêşkêşkirin.
Aknews