Berhem Salih û Nucêfî rewşa siyasî a Êraqê gotûbêj kirin
Di hevdîtina ku parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî amade bû, Serokê Hikûmeta Herêmê û parêzgarê Nînewa li ser xurtkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û parêzgeha Nînewa û bi taybet di pêkvejiyna birayetî navbera hemû netew û pêkhateyan û warê aborî û baziganiyê de danûstandin kirin.
Di aliyekî din yê hevdîtinê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgarê Nînewa rewşa siyasî ya Êraqê û Herêma Kurdistanê û pêşketinên siyasî li Êraqê û navçeyê gotûbêjkirin.
PUKmedia