Helebce dê beşdariya çileya komkujiya Roboskiyê bike
Serokê komeleya qurbaniyên Helebceya Şehîd, Luqman Ebdilqadir ragehand ku: “Ji bo gihandina hevxemî û dilsoziya Helebceyiyan bo komkujiya Şirnexê, şandek wê beşdariyê di merasîma çileya wê rûdana xwînî de bike.”
Ebdilqadir ew jî aşkire kir ku şanda wan bi niyaz bûn hin girteyên vîdyoyî û wêneyên kîmyabarana Helebceyê bi xwe re bibe ku li wir bên pîşandan, lê ji me re hate gotin ku ew mesele hestyar/hesas/ e, da ku ti kêşe û girêk dernekevin jî, lijneyê biryar da ku wan tiştan bi xwe re nebe.
Tê zanîn ku meha borî, ji ber bordumana firokeyên Tirkiyê, 34 welatiyên Kurd li Roboskiya Qilebanê jiyana xwe ji dest dan û 8/02/2012`an jî çileya wan e.
Xendan