DTK: Kurd yekbûneke bêziman û bênasname naxwazin
Li gorî ajansa Kurdistan civîna awarte ya DTKê, ku duh li avahiya BDPê ya Diyarbekirê dest pê kiribû û 800 kes tê de amade bûbûn, îro bi dawî hat.
Belavoka dawiya civînê, ji aliyê hevseroka DTKê û parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk ve hat xwendin. Tugluk, diyar kir, hikûmeta AKPê jî, siyaseta 80 salî ya rejîma kemalîst li dijî kurdan dişopîne û behsa tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî kir û got, bo ku Ocalan bikaribe siyasetê bike divê mercên wî bên sererastkirin.
Tugluk, amaje bi girîngiya Ocalan kir û wiha axivî, “Sêx Seîd, Seyid Riza, Mele Mistefa û Qazî Mihemed bo kurdan çi be, birêz Ocalan jî bo gelê me ew e.”
Hevseroka DTKê, xwest, hevdîtinên navbera dewlet û PKKê dîsan dest pê bikin, ji ber ku şêwazên eskerî û operasyonên siyasî tu arîşeyekî çareser nake.
Aysel Tugluk, behsa destûra nû Tirkiyê jî kir û wiha anî ziman, “Divê di destûra nû bê ev yek bê garantîkirin ku kurd bikarin li herêm û deverên ku lê dijîn, bi awayekî azad, zimanê xwe, kultura xwe û nasnameya xwe bikar bînin. Divê herkes vê yekê bizanibe ku kurd jiyaneke bêziman, bênasname û bêsitar qebûl nake. Heke ev li ser kurdan bê sepandin, tê wateya sepandina koletiyê.”
Tugluk, wiha domand, “Pêşniyara me bo pevre jiyanê, Kurdistana xweser di nav Tirkiyeya demokratîk de ye û em wiha formule dikin.”