• Friday, 17 May 2024
logo

Îranê di 15 rojan de 43 kes bidarvekirin

Gulan Media January 23, 2012 Nûçe
Îranê di 15 rojan de 43 kes bidarvekirin
Civata Parastina Niştimanî ya Îranê da xuyakirin ku di nava 15 rojan de 43 kes li Îranê hatine bidarvekirin û ji bo pêşîgirtina vê yekê banga heşyariyê raya giştî kir.

Desteya Giştî ya Civata Parastina Niştîmanî ya Îranê (DGEBNI) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku, ji 1’ê çileya 2012’an heta 15’ê mehê 43 kes li Îranê hatine bidarvekirin. Rêxistinê destnîşan kir ku piraniya kesên hatine darvekirin bi tometa “Li dijî derketina qanûna Xwedê û hikumetê” hatine tawanbarkirin. DGEBNI’ê bangewaziya hişyariyê li raya giştî kir ku rê li van darvekirinan bigrin.

Rêxistinê herwiha destnîşan kir ku, hin girtî 40 meh in di girtîxaneyên takekesî de ne û heta niha destûr nehatiye dayîn ku parêzer û malbat wan girtiyan bibînin.

Di daxuyaniya rêxistinê wiha tê gotin: “Herî dawî di roja 15’ê çile de li cadeyek giştî ya bajara Şîrazê 15 kesên Girtîxaneya Adilabad a Şîrazê hatin darve kirin. Bi vê yekê hejmara kesên ku îsal li Îranê hatine darve kirin derket 43’an.”

Rudaw
Top