• Friday, 17 May 2024
logo

Dewleta Tirk dest danî ser pirtûkên Mûsa Anter û Îsmaîl Beşîkçî

Gulan Media January 23, 2012 Nûçe
Dewleta Tirk dest danî ser pirtûkên Mûsa Anter û Îsmaîl Beşîkçî
Di operasyonên dawî yên di bin navê “KCK”ê de 34 pirtûk hatin komkirin û dozgeriyê biryar girt ku pirtûkên nivîskarê kurd Mûsa Anter ku di sala 1992ê de di êrişeke kiryar nediyar de hatibû kuştin bên komkirin.

Di operasyonên dawî yên li hemberî siyasetmedar û ciwanên kurd ku di bin navê “Operasyonên KCK” tên meşandin de, pirtûk jî tên komkirin. Hate ragihandin ku tenê ji Pirtûkxaneya Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwîn û Şaredariya Peyasê 29 pirtûkên nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî hatin komkirin. Li gorî DİHAyê, hemû pirtûk bi bandrol in û bi destûra Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê derketine û di nav de pirtûkên nivîskarê navdar ê cihanîn Lazarev jî hene.

Li aliyê din hate hîn bû ku, dozgeriyê pirtûkên nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku li Amedê di sala 1992ê de ji aliyê dewleta kûr a Tirkiyeyê ve hatibû kuştin jî qedexe kirin.

Kurê Mûsa Anterî, Dicle Anter derbarê mijarê de ji rojnameya Cumhuriyetê re got: “Dozger ji me re dibêje çima hûn pirtûkên kesê ku miriye diweşînin. Dixwazin dengê rewşenbîran bifetisînin.” Anter bilêv kir ku ev 15 sal in pirtûkên Musa Anter di refên pirtûkxaneyan de tên firotin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Di dema Tansu Çiller de sêgoşeya mafya-çete-hikumetê hebû, niha jî ev sêgoşe wek hikumet-artêş-daraz guheriye. Em nizanin çi bikin. Her tişt ketiye nav hev û niha krîzek heye.”

Rudaw
Top