• Friday, 17 May 2024
logo

Balyozê Rûsya Fedral li Îraqê: hîvî dikîn têkhelîyên Rûsya û Herêma Kurdistanê hin qûnxên pêşketî û hêztir derbas bikin

Gulan Media January 23, 2012 Nûçe
Balyozê Rûsya Fedral li Îraqê: hîvî dikîn têkhelîyên Rûsya û Herêma Kurdistanê hin qûnxên pêşketî û hêztir derbas bikin
Bi helketina bidawîbuna karê wî weke balyozê Rûsya LiÎraqê Valêryan Şovayêv serdan fermangeha peywendî ya derveya hikumeta herêma kurdistanê kir û ji alî yê Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve hat pêşwazî kirin.

Dihevdîtinekê de ku Valêrî Pospîlov kunsilê giştî yê Rûsya li herêma kurdistanê amadebu, herdu alîya tekez li ser xûrtkirina peywendîya dinêvbera Rûsya Fedral û Herêma Kurdistanê kir bitaybet di warê sîyasî û aburî û rewşenbîrî û veberhênanê,berpirsê peywendî yên derve pesna rola balyozê Rûsya li Îraqê kir jiber karê wî û hîvîya serketinê jî jibo xwest di erk û karên nu de.

berpirsê peywendî yên derve ronî xiste ser rewşa Îroya Herêma Kurdistanê û îraqê û peywendî yên navbera Bexda û Hewlêrê û got: hin pirsê bê çareserî mane jiber ku Hikumeta Îraqê pêgîr nebuye bi destur û cîb cîkirina rêkeftinên sîyasî.

Herweha Felah Mistefa ew yek jî anî ziman Îraqa nu divê welatek Fedral û demokras û fire alî be û desthelatê jî parvebike.

Di hemberê de balyozê Rûsya Fedral rola serokatî ya Herêma Kurdistanê di pêvajoya sîyasî de li Îraqê bilind nirxand û spasî û destxweşî jî li fermangeha peywendî yên derveyên Hikumeta Herêma Kurdistanê jî jibo wê hevkarî yê digel kunslgerya Rûsya li Herêmê û hîvî xwestin têkhelîyên Rûsya û Herêma Kurdistanê hin qûnxên pêşketî û hêztir derbas bikin.
Top