Mîrgehên yekbuyên Erebî Kunsilgerya xwe li herêma kurdistanê vedike
Berpirsê peywendî yên derve got: civata wezîrên Îraqa Fedral bi biryara ,jimare 458 ji 27-12-2011, rezamendî nîşada li ser raspardeya wezareta derveya Fedral sebaret vekirina kunsilgerya Mîrgehên yekbuyên Erebî li Hewlêr. Ew jî bi pişt bestin bi hukmên maddeya 26 ji yasaya xizmetkarîyên derve ya jimare 45 jibo sala 2008.
Her ji dirêjahî ya daxûyanî ya xwe de Felah Mistefa got: em pêşwazî ya vê gava Mîrgehên yekbuyên Erebî dikîn ku fakterk bihêz dibe jibo xûrt kirina peywendî yên Navbera herdu alîya de ji ware sîyasî û aburî û bazirganî.
Têzanîn ta niha sê welatên Erebî nuneratîyên xwe li herêma kurdistanê vekirne ,Komara Misrê, Şahînşahî ya Urdinê,Desthelata Felestînê.