Lenden: Berpirsê peywendî yên derve di konfiranseke taybet di bi rojhelata navîn amadebû
Herweha armanca serekî ji konfiransê dîyar kirina nerîn û buçuna bû sebaret aynde û metirsî û gefeyan li ser vê navçeyê û naskirina nerînên nêvdewletî û avakirina helwîstek li ser pilanên welat û rêkxistî yên Cîhanî jibo dahatî û avakirina peywendî ya dinavbera alîyên navdewletî de li hemberî deverê.
Berpirsê peyendîyên derve di daxûyanîkê de ragihand: ev konfirans derfetek baş bû. Jibo haydarbun ji nerîn û bûçûnên li hevcuda sebaret buyerên rojhelata navîn û bakura Efrîka û dahatê va devera.herweha di heman demê de derfeteke mezin bû jibo têkhelbun digel hejmareke mezin ji şehreza û pispor û nunerên navendên biryar bidest jiboy guhdarîkirina nerînên wa li ser rojhelata navîn, herwisa em gelek şabun ku nunerê nerîna kurda buyên di konfiransê de.
Berpirsê peywendî yên derveyên hikumeta herêma kurdistanê di serdana xweya 10 rojî de bo Berîtanya, komeka civîn û dîdarên giring digel berpirs û perlemantar û endamên civata Lorta û Ekadîmî û rojnamevan saz kirin sebaret rewşa nihaya herêma kurdistanê û Îraqê.
Herweha xanim Beyan Samî Ebdulrehman nunera hikumeta herêma kurdistanê li Berîtanya ragihand: serdana berpirsê peywendîyên derve pir giring bû, jibo haydarkirina dostên me li Berîtanya ji rewşa herêmê û gefe û metrisîyên ku li ser Îraqê hene di pêşe rojê de. Ev serdana nîşanê wê behadayîna hikumeta herêmê ye bi peywendîyên xwe digel Berîtanya û pêtir xwe nêzîk kirne ji revenda kurdistanê li derveya welat.