Dawodoglu:Ger tedbîrên pêwîst negrin,emê tişta pêwîst bikin
Dawodoglu diyar kir ku di dema zêdebûna êrişên pkk’ê de hem digel Êraqê û hem jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê, di nava peywendiyan de ne û got: "Ger aliyê Êraqê di warê tesfiyekirina PKK’ê de tedbîrên giring negre, di rewşek bi vî awayî de wê Tirkiye tişta pêwîst bike."
Dawodoglu diyar kir ku ligel tedbîrên ji aliyê sê welatan ve li dijî pkk’ê hatine girtin, tesfiyekirina rêxistinê(pkk) ya li Bakurê Êraqê pir giringe û wiha got: "Bi armanca bidawîkirina hebûna pkk’ê ya li herêmê, mekanîzmeya sê alî ya di navbera Tirkiye-Amerîka û Êraqê de hatî avakirin, di vê çarçoveyê de dixebite."
Dawodoglu di berdewama gotinên xwe de dibêje: "Rayedarên Herêma Kurd a Êraqê dema serdana welatê me kirin, ji me re gotin ku hebûna PKK’ê ya li ser axa Êraqê zererê digihîne peywendiyên navbera Tirkiye, Êraqê û Herêma Kurde."
Dawodoglu ev jî gotiye: "Lê di rewşeke ku aliyê Êraqê di warê tesfiyekirina pkk’ê de tedbîrên giring negre, wê welatê me hemû tedbîrên giring bistîne."