• Friday, 17 May 2024
logo

Hêzên rêjîma Esed 101 sivîl kuştin!

Gulan Media January 22, 2012 Nûçe
Hêzên rêjîma Esed 101 sivîl kuştin!
Hijmara kuştiyên duhî (21/1/2012) gihişte 101 kesan ku bi guleyên hêzên rêjîma Esed hatine kuştin.

Li gorî duxyaniyên çalakvan û xelkên şahidê bûyeran, li bajarê Îdlibê hêzên rêjîmê 2 tirimêl şewitandin, di encam de 14 kes hatin kuştin.

Her wiha xelkên bajarê Îdlibê 60 cendik di nava wan de zarokek li nexweşxaneya neteweyî ya bajêr de dîtine û li ser canê wan şopa îşkence û guleyan hene.

Li gorî daxuyaniyan, duhî li bajarên ku bûyer hebûn hijmara kuştiyan gihişte 101 kesan. Li gorî nûçeya Al Arabiya jî, Hikûmeta Rêjîma Sûriyê ji hemû Wezaretan re ferman şandiye ku hemû projeyan rawestînin ji egera qeyrana aborî.

Avestakurd
Top