• Friday, 17 May 2024
logo

Felah Mistefa semînarek jibo diblomatkar û çavdêrên sîyasî li berîtanya lidar xist

Gulan Media January 22, 2012 Nûçe
Felah Mistefa semînarek jibo diblomatkar û çavdêrên sîyasî li berîtanya lidar xist
Ji dirêjahîya serdana xwe de ya jibo Berîtanya, Felah Mistefa di semînarekê de digel rêkxistî ya Next Century Foundation rewşa navçeya rojhelata navîn û Îraqê û herêma kurdistanê û pêvajoya sîyasî ronî kir.

Berpirsê peywendî yên derve got: raste Îraq berî niha jî hevrişî qeyranên sîyasî buye lê vê carê ev qeyran pir tirsinake jibe ku Îraq negehaye qûnxeke bingehîn ya demokrasî ku piranî ya serketî bikaribe desthelatê bike û di heman demê de jî nebe yek part yek alî yek kes hikumdarî ya Îraqê bike. Herweha ew yek jî anî ziman tenê çareserya pirsa Îraqê cîb cî kirina destura bingehîne ku tekez li ser sîstema Fedralîzmê û dabeşkirina desthelatê dike.

Di civînê de birêzan xainm Beyan Samî Ebdulrehman nunera hikumeta herêma kurdistanê li Berîtanya û hejmareke diblomatkar û çavdêrên sîyasî û lêkoler û rojnamevan amadebun ji alî yê Wilyam Morîs sekretêrê giştî yê rêkxistîa navhtî birêveşu, Felah Mistefa basê peywendî yên herêma kurdistanê digel welatên derdor û Berîtanî ya û welatên din û piroblêma hikumeta herêmê jibo nezîkbun ji civaka nêvdewletî û avakirina peywendî ya digel hemu cîhanê kir.herweha piştevanî ya hikumeta herêma kurdistanê jibo gûhertinên demokrasî li Suryê dupat kir û pêşketinên li herêma kurdistanê çêbune di tev waran de bi taybet warê mafê mirova û dadweryê berçav kirin.

Her di civînê de xanim Beyan Samî nunera hikumeta herêma kurdistanê li Berîtanya, sedema rewşa nihaya Îraqê jibo buyerên par sal vegerandin û pêşveçunên li herêma kurdistanê çêbune di bîyava aburî û bazirganî de digel Berîtanya û welatên din berçav kirin û got: gelek ji kompanî yên navdarên cîhanê niha li kurdistanê keê veberhênaê dikin mîna kompanî ya Lavarjê a Ferensî û Maryot û Ekson Mobêl em gelek zehmetî dîtine digel Bexda lê emê berdewam bîn jibo avakirina aburyeke xûrt û bihêz jibo herêma kurdistanê.
Ji alîyek din berpirsê peywendî yên derve serdana kolîca Şahînşaha Berîtanya jibo dîrasatên bervanyê kir û digel Edmîral Çarlis Sitatl civîya.kolîca han ekadîmyeke herî bilinda warê berevan yê ye li Berîtanya û xûlên taybet jibo dîrasatên sitratîjî saz dike û bawernameyên bilintir ji zanîngeha dide, hejmarek ji karbidestên hikumeta herêma kurdistanê niha divê kolîcê de dixwînin.

Her ji dirêjahî ya serdana xwe de ya jibo Ber'tanya Felah Mistefa civînek digel girûpa dostatîya gelê kurdistanê di perlemana Berîtanya de (E.P.P.C) û hejmareke perlemantar û Lortên di ku nêzîkin Îraqê û herêma kurdistanê saz kir.
Felah Mistefa rewşa Îraqê û herêmê piştî vekişandina artêşa Emrîka û pêşdestîya birêz Mesûd Barzanî jibo lidar xistina kongirek Niştîmanî bi merema çareserkirina rewşa Îraqê ron kir.
Felah Mistefa jibo perlemantar û Lortên Berîtanî ragihand: serokatî ya sîyasî li herêma kurdistanê pêgîre bi Îraqeke demokrasî û fedral û em di welatek de jîyan nakîn eger rêz û hurmet nebe jibê beşdarî ya desthelatê û destur.

Di civînê de Lort Ehmed, Havltin, perlemantar Deyv Enderson,Robert Halvin,Mîg Mon,Baronês Nîkilsin,Nazim Zehawî,garî Kênt birêveberê girûpa kurdistan di perlemanê Berîtanya de amadebun.

Felah Mistefa berpirsê fermangeha peywendîyên derve bi serdanke fermî bo dema 10 roj li berîtanya bu , bi armanca haydar kirina berpirsên wî ji rewşa nihaya Îraqê û herêma kurdistanê û beşdarîkirin di konfiransa taybet bi tawanên rijêma Saddam Hûsên derheq gelê kurd.
Top