• Friday, 17 May 2024
logo

Fransa bi fermî Serokê Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê vexwand

Gulan Media January 21, 2012 Nûçe
Fransa bi fermî Serokê Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê vexwand
Piştî welatê Birîtaniyayê bi fermî Serokê Encûmana Nîtimanî ya Kurdî li Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar vexwand û bi fermî piştgiriya xwe bo Encûmana Nîştimanî

ya Kurdî li Sûriyê ragihand, welatê Fransayê jî bi fermî daxwaznameya vexwandinê ji Dr. Ebdulhekîm Beşar re weku Serokê Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê vexwand.

Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên PDKSP (Al partî) yê li Herêma Kurdistanê Saîd Omer ji Avestakurd re ragihand ku, Wezareta Karê Derve ya Fransayê bi fermî Serokê Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê vexwand.

Her wiha Omer got ku wê sibe (22/1/2012) birêz Dr. Ebdulhekîm Beşar li ser daxwaza Wezareta Karê Derve ya Fransayê li Fransayê hevdîtinan bi berpirsên bilind ên vî welatî re pêk bîne.

Avestakurd
Top