• Friday, 17 May 2024
logo

Li Tirkiyê 4984 kes 3-5 salin bê ceza girtî ne

Gulan Media January 21, 2012 Nûçe
Li Tirkiyê 4984 kes 3-5 salin bê ceza girtî ne
Wezîrî Dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn bersiva pirsnameya Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Alî Ozgunduz da û diyar kir ku hejmara girtiyên ku 3 û 5 salin girtî 4 hezar û 984 û girtiyên ku 5 salin girtî ne jî 699 kesin.

Wezîrî Dadê Sadullah Ergîn bersiva pirsnameya Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Alî Ozgunduz a têkildarî dema girtina girtiyan agahî da. Ergîn, anî ziman ku hejmara girtiyên ku 3-5 salin girtî ne 4 hezar û 984 kesin û girtiyên ku 5 salin girtî ne jî 699 kesin. Bi tevahî jî 4 hezar û 984 kesin.

Ergin, anî ziman ku hêjmara kesên kêmî 3 salin girtî ne 34 hezar û 727 kesin. Girtiyên dozên wan li Dadgeha Bilind nehatine û erêkirin jî 13 hezar û 303 kesin. Ergin, anî ziman ku bi giştî 48 hezar û 30 girtî hê jî tên darizandin û girtî ne. Ergîn, bilêv kir ku hejmara kesên zêdeyî 5 zalin girtî ne jî 208 kesin û hejmara hukman jî 491 û bi tevahî jî 699 kes in.

Rudaw
Top