• Friday, 17 May 2024
logo

Dibe ku ji Qilebanê tiştekî mezin derkeve

Gulan Media January 21, 2012 Nûçe
Dibe ku ji Qilebanê tiştekî mezin derkeve
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşir Atalay diyar kir ku dibe ji komkujiya Qilebanê tiştên kûr derkevin û îdia kir ku, di doza kuştina Hirant Dink de jî hikumetê rola xwe lîstiye.

Atalay duh beşdarî bernameya televîzyona Habertukê bû û îdia kir ku, AKPê di dema desthilatiya xwe de kujeriyên ku bûne zelal kirine û derbarê bûyera Qilebanê ku 34 kurdên sivîl di encama bombebarana balefirên tirk de hatibûn kuştin de jî got, ji lêborîn xwestinê zêdetir dibe ku tiştên pir cuda derkevin holê. Atalay wiha pêde çû: “Niha lêpirsîneke pir berfireh tê kirin. Em dixwazin ji her aliyê ve derkeve meydanê. Bila lêpirsîn biqede, dibe ku ji lêborînê wêdetir tişt derkevin holê.”

Derbarê doza kuştina rojnamevanê ermenî Hrant Dink de jî Atalay got: “Diyare raya giştî bi biryarê qanî nîne. Kuştina Hrant Dink û rexneyên ku derbarê dozê de li Tirkiyeyê tên kirin neheqiyên mezin in. Tirkiye divê van neheqiyan paqij bike û sûcdarkirina hikumetê ez di cih de nabînim. Taybetmendiya AK Partî ya herî mezin şikandina statukoyê ye. AK Partî partiyeke şoreşger e.”

Derbarê perwerdeya bi zimanê kurdî de jî Atalay got: “Niha di pakêta wan de derbarê zimanê kurdî de tu tiştekî nû nîne.”

Li aliyê dib hate fêrbûn ku, hikumeta Tirkiyeyê derbarê bûyera Roboskiya Qilebanê de radeya tezmînatê diyar kir û hate ragihandin ku ji bo her ferdek ku hatiye kuştin, dê 100 hezar TL (55 hezar dolar) bê dayîn. Tê ragihandin ku tevî hin alîkariyên din, wê ev rade derkeve 150 hezar TL. Berdevkê hikumetê Bulent Arınç di vê derbarê de got: “Di nava demeke kurt de dê ev tezmînat bê dayîn.”

Malbat, ji tezmînatê zêdetir dixwazin çavkaniya îstîxbaratê û emrê êrişê kî daye bê zanîn.”

Rudaw
Top