Haşimî dîsa xwest li Kerkûkê bihê berdadkirin
Berpirsekî ofîsa Cîgirê Serokomarê Iraqê Tariq Haşimî diyar kir ku Haşimî dê dîsa daxwaza veguhastina doza xwe bo Kerkûkê bike.
Berê jî el-Haşimî carekê daxwaz ji dadgeha bilind kir ku doza wî veguhêzin bajarê Kerkûkê ji sedema û dadgeh Bexdayê bi neserbixwe tawanbar kir.
Civata Bilind a Dadweriya Iraqê fermana girtina Haşimî derxistiye, piştî ku hejmarek zêrevanên wî di danpêdanên xwe de Haşimî bi encamdana karên tundûtûjiyê sûcdar kirin.
Lê Haşimî berê xwe da Herêma Kurdistanê û di kongreyeke rojnamegeriyê de li Hewlêrê daxwaz kir ku dosyaya dadgehkirina wî bo dadgehên herêmê bê veguhastin.
Aknews