• Friday, 17 May 2024
logo

Serok Barzanî Pêşwaziya Wezîrê Abûrî Yê Tirkiyeyê Kir

Gulan Media January 19, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Pêşwaziya Wezîrê Abûrî Yê Tirkiyeyê Kir
Duh li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke Karsaz û Pîşesaziyên Tirkiyeyê bi Serokatiya Wezîrê Abûrî yê Hikûmeta Tirkiyeyê Zafar Çağlayan kir.

Di hevdîtineke de ku, Wezîrê Abûrî û Bazirganî yê Hikûmeta Kurdistanê Sînan Çelebî jî tê de beşdar bû, Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyeyê jibilî diyar kirina kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han, silavên Serokwezîrê Tirkiyeyê pêşkêşî Serok Barzanî kir û ragihand ku, Tirkiye dixwaze di her warê de bibe xwedan peyvendiyên gelek baş û bihêz bi Kurdistanê re û hijmareke zêde kompanî û karsazên Tirkiyeyê beşdariya prosesa hêlbirîn û awedan kirina Kurdistanê de bikin.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de hêvî xwest ku, ev serdana han serdaneke xwedan berhem be bi taybetî di roja îro de ku, korbenda ( civîn) abûrî ya di navbera Tirkiye û Kurdistanê li Hewlêrê dest pê dike.

Zafar di dirêjahiya axaftinên xwe de diyar kir ku, vê di vê serdana han de gelek civîn û hevdîtinên curbicur di navbera Karsaz û Pîşesazên her dû aliyan de werin sazkirin û armanc ji wan jî bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû welatan deye.

Nav hatî eşkere kir ku, ev li Kurdistanê wisa hest dikin ku, di nava mala xwe dene û mêwanperweriya Gelê Kurd jî bi nimûneyeke gelek baş wesif kir.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û bi germî bixêr hatin kirina heyeta mêwan kir û ragihand ku, Tirkiye welateke dost û xwedan pêgeheke bihêz ya abûrî li Deverê deye lewre em jî dixwazin ku, bibin xwedan peyvendiyên bihêz bi Tirkiyeyê re.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de hevdem ligel tekez kirin li ser girîngiya bihevre jiyana Gelê Kurd û Gelê Tirk daxwaz ji Wezîrê Abûrî yê Tirkiyeyê kir daku, silavên vî bigehîne Serokwezîrê vê welatî.
Top