Serokê Herêmê bi parlementerên Kurd yên li Bexdadê re civiya
Piştî bi dawîhatina civînê, di encama wê kombûnê de, gelek biryar hatin girtin û bi biryarnameyekê hate aşkire kirin.
Biryarên komcivînê evin:
1- Piştgîriya xwe ji bo lidarxistina kongreya nîştimanî ya ku, biryare bi mebesta danîna bingeha damezrandina dewleteke fedral û demokratîk di çarçûveya destûra bingehîn ya Êraqê û prensîbên bihevre jiyan û şeraketa rastteqîne di wan rojan de were lidarxistin diyar kirin.
2- Bi esas girtina peymana Hewlêr û peymanên din yên ku, di navbera aliyên siyasî de hatine îmzekirin, parastina prosesa siyasiya Êraq û tekez kirin li ser prensîbên şeraket û tewafoqê.
3- Lez kirin di pejrandin û cîhbicîh kirina wan qanûnên ku, bi damezraweyî kirina Hikûmeta Îraqê pêwîstin.
4- Çareser kirina kêşeya komisyona bilind ya hilbijartinan ku, di Meha Nîsanê de dema vê bi dawî dibe.
5- Aşkirekirina metirsiyên rewşa Deverê û çaweyiya nizîkatî kirin bi wan metirsiyan re.
6- Nirxandina bûdceya sala 2012an ya Îraqê û ev pêşniyar û nêrînên ku, ji aliyê Hikûmeta Kurdistan û Parlementerên Kurd ve hatine pêşkêşkirin.
7- Bihêztirkirina mekanîzma karkirina Nunerên Kurd yên li Bexdadê.
8- Tekez kirin li ser cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê ku, demeke dirêje nehatiye cîhbicîhkirin.
PUKmedia