• Friday, 17 May 2024
logo

Barzanî: Ez digel ragehandina dewleta Kurdî da me

Gulan Media January 19, 2012 Nûçe
Barzanî: Ez digel ragehandina dewleta Kurdî da me
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îşev di çavpêketinekê taybet de, digel kanala asmanî Elerebiye yê ku hate pêşkêş kirin, di derbarê egera ragehandina dewleta serbixwe ya Kurdî de, Serok Barzanî cext kir û got: "Mafê çara xwe nûsîn mafekî gelê Kurd yê rewa ye, perçebûna xaka Kurdistanê bê xwesteka gelê Kurd bû. Ez digel ragehandina dewleta kurdî da me, lê belê bê tundûtîjî, bi rêya gotûbêj û goftûgo yê."

Di bêşeke din yê bernamê de Serok Barzanî aşkira kir ku cihbicih kirina mada 140`ê yekike ji pêkanînên hikûmeta Îraqê ye, hemû aliyan soz dan cihbicih bikin lê soza xwe şikandin.


Li ser rewşa Sûriyê jî Serok Barzanî got: "Em rêzê li xwesteka gelê Sûriyê digrin li wî welatî gelê Kurd ji hemû mafên xwe bê beşe. Nê ji hêla hikûmetê û ne jî ji hêla opozisyonê mafê Kurdan tê naskirin. Kurdên wî welatî serbestin di gel kê gotûbêj bikin."

PUKmedia
Top