Elmaniya: Mam Celal digel Mehmûd Ebas civiya
Li vê dîdarê de Serok Mam Cela bi germî pêşwaziya serokê Felestînê û şanda ligel de kir û her du aliyan liser rewşa Êraqê, cîhana erebî û herêmê niqaş kirin.
Li vê barê de serok Talebanî proseya siyasî ya Êraqê û gotûbêja aliyên siyasî ji bo çareser kirna pirsgirêkên welet ji Serokê Felestînê re ron kir.
Her wiha Serok Talebanî liser girîngiya têkiliyên desthilata Felestînê û Êraqê tekez kir û dazanîn ku divê ev têkilî li her astekî de xizmeta berjewndiyên her du gelê Êraqî û felestînî bike.
Di dawiya hevdîtinê de M. Ebas dubare ji Mam Celal re leş saxî xwest û sipasiya hewldanê Mam Celal kir ji bo çareser kirina pirsgirêkên Êraqê û alîkarî û piştgîriya berdewam li Felestînê û daxaza çareserkirina pirsgirêkên gelên Felestînê li çarçoveya destpêşxeriya erbî û biryarên navnetewî kir.
PUKmedia