Li Meksîka xortekî Kurd ji Zaxo hate kuştin
di encama êrîşeke çekdarî de hate kuştin.
Laşê Salih Abdulazîz Şehbaz li kolana Culiacan li paytexta parêzgeha Sinaloa hate dîtin.
Li gora raporteke rojnameya The Latin American Herald Tribune, ew 9 caran bi sîleha eyar 0,45 hatiye gulebarankirin.
Di derbarê kuştina Salih Abdulazîz Şehbaz yê 30 salî de, dozgeriyê dest bi lêkolînê kir.
Weke tê zanîn Sinaloa paytexta mafya û eroînê ye û mezintirîn mafya li wê derê cîwar in.
Guman heye ku destê mafya di kuştina xurtê Kurd de hebe.
Avestakurd