• Friday, 17 May 2024
logo

berpirsê ofîsa kunsiligerya weliatê Siwîdê li herêmê dest bi karbû

Gulan Media January 19, 2012 Nûçe
berpirsê ofîsa kunsiligerya weliatê Siwîdê li herêmê dest bi karbû
bi merema xwe nasandnê wek berpirsê ofîsa kunsligerya weliatê Siwîdê dibliumatkara Siwîdê xanm Liwîs Kiliîs serdana fermangeha peywendyên derveyên hikumeta herêma kurdistanê kir û di hevdîtnekê de digeli Karwan Cemali cêgrê berpirsê peywendyên derve ,xanim Liwîs kiliîs basê gavên dibliumasyên weliatê xwe kir û bilindkirina asta nuneratyê li herêma kurdistanê bi armanca xurtkirina peywendya digel herêmê.

cêgrê berpirsê peywendyên derve pîrozbahî ya dest bikarbûnê li navbrî kir û amadey ya fermangeha peywendyên derve jî dîyarkr jibo pêş kêş kirina her hevkarî û hêsankaryekê jibona baştir birêveçûna karên ofîsa kunsligerya Siwîdê li herêmê û geşedana peywendyên dibliumasî dinêvbera her dû aliyande.

herweha her du aliya basê girinîga xurtkirina peywendya û rewşa îraqê û herêma kurdistanê kir û karwan Cemali ronî xiste ser syaseta vekirinê ya hikumeta herêma kurdistanê li hember cîhanê û rewşa syasî û abûrî û avedankirinê û pêşketina û vekirina nuneratya herêmê li weliatê Siwîdê weku gaveke pêşketî diwarê peywendyên her dû weliata de qeboli kir.

li dawyê xanm Liwîs kiliîs şabûna bi vê dîdarê û pêşketnên herêma kurdistanê ditev warande dîyarkir û got : xizmetkirin û bihêzkirina peywendî ya digeli herêma kurdistanê armanca serekî ya me ye livir.
Top