• Friday, 17 May 2024
logo

korbenda abûrî di nêvbera herêma kurdistan û Tirkîyê de hat sazkirin

Gulan Media January 18, 2012 Nûçe
korbenda abûrî di nêvbera herêma kurdistan û Tirkîyê de hat sazkirin
îro çar şemê 18/1/2012 li hola şehîd Se'd Ebdullah li Hewlêrê korbenda abûrî ya dinêvbera herêma kurdistanê û Tirkîyê de brêveçû.

bi beşdarî ya bêtr j 150 kompanî û xwedîkarên Tirkîyê bi eserokatya Zafr Çaxleyan wezîrê bazrganya derveya Tirkîyê û Sînan Çelebî wezîrê bazrganî û pîşesazî ya hikumeta herêma kurdistanê û kameran Ehmed wezîrê Avedankrdnê û Cemîl Silêman wezîrê çandnê û Hêriş Muhrem serokê desteka veberhênanê û hejmareka mezn ji kompanî û bazrganên herêmê, korbenda abûrî di nêvbera herêma kurdistanê û Tirkîyê de dest b karên xoe kir û li destpêkê civîn û mêzgrdên vekierî di nêvbera alyên beşdar de hatn sazkirin bi merema bêtir hevdû naskirin û xortkirina peywendyên bazirganî dinêvbera herêm û Tirkîyê de .

di pştre Sînan Çelebî wezîrê bazirganyê herêma kurdistanê peyvek pêş kêş kir û têde bal kişande ser girngya sazkirina vê korbendê û peywendyên abûrî û bazrganî di nêvbera her dû alya de û got : piştî roxandna rjêma Be's li Îraqê Tirkîyê dergehê peywendyên herêma kurdistanê buye digel Eurupa û herêm jî dergehek buye bo Tirkîyê digel beşên din yên Îraqê û hîvîdarîn peywendyên me di aynde de bigehin astî herî baş û xurt di tev waran de.

herweha xuyakir li sala 1991 yekemîn kompanî ku li wezareta bazirganî ya herêmê hatye tomarkirin kompanyek Turkî buye û ji wirde û tanihu roj bo rojê hejmara kompanyên Tirkîyê li herêma kurdistanê bêtr dibe û got: serdanên berprsên her dû alya bêtir bûne sedema xurtbûna têkhelîyan û pêşketna hevkaryên abûrî û bazrganî.

Di pştre wezîrê bazrganyê Tirkîyê peyvek xand û têda supasî ya serokê herêm û serokê hikumeta herêma kurdistanê kir jibo wê pêşwazya germ û got: em li herêma kurdistanê her dem weha hest dikîn ku em li mala xwe dane jiber wê rêzgirtin û mêhvandarî ya xelkê kurdistanê ji mera pêş kêş diken û bi taybetî li hewlêrê.
herweha basê giringya sazkirina vê korbenda bazrganî kir û hejmara mezna kompanyên Tirkîyê li herêma kurdistanê û îraqê bi nîşanên pêşketnên peywendyên abûrî û bazrganî dazanîn û got: di sala parde rêjeya bazrganya herêm û îraqê gehştye 12 mlyar dolara û hewldidîn ku di sala nû de bigehîjîn 25 mlyara û me piIan heye ku beşdaryek berfirehtir di prosa avedankirina herêma kurdistanê de bikeyn û têkhelyên xweyên abûrî û bazirganî û syasî û civakî jî digel Îraqê û herêmê bêtir bihêz bikeyn.

piştî hingî şanda Turkî serdana Silêmanyê kir bimerema dirêje dan bi karnama korbenda abûrî û sazkirina dîdar û hevdîtna digel kompanî û bazirganên Silêmanyê û deverê .
Top