Partî: Nêçîrvan Barzanî razî bû bibe serokwezîrê nû yê Kurdistanê
Gotyarê Partiyê Cefer Îbrahîm, di daxuyaniyeke nivîskî de, ku di nisxeyek bo AKnewsê hatiye şandin, diyar kir, cîgirê serokê Partiyê Nêçîrvan Barzanî, îro bi fermî, rizamendiya xwe bo pêkanîna 7emîn kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan daye.
Îrahîm, da zanîn, rêveberiya Partiyê, dê 19ê rêbendanê, li bara pevguhertina hikûmetê bi awayekî awarte bicive, her wiha dê civîna hevbeş a polîtburoyên partiya demokrat a Kurdistan û yekitiya nişitmanî ya Kurdistanê jî bê sazkirin.
AKnews