• Friday, 17 May 2024
logo

Li dijî balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexda êriş pêk hat

Gulan Media January 18, 2012 Nûçe
Li dijî balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexda êriş pêk hat
Li dijî balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexda êrişa bi roketan pêkhat. Li gor agahiyan roketek li dîwarê cihê parêzvan ketiye

Li gor çapemeniya Tirkiyê, 3 roket avêtine Balyozê Tirkiyê yê li Bexda Yûnis Demirer û li gor agahiyan roketek li dîwarê cihê parêzvan ketiye.

Hê nayê zanîn ku herdu roketên de tam li kûderê ketine.

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan di daxuyaniyekê de İraq ji wê yekê agehdarkiribû nehêle nakokiyên navbera Şîe û Sûnneyan de zêdetir bibin û gotibû: “Dibe ku ev yek tevayî cîhana Îslamî bigre nava xwe. Lewra berpirsyartiyekî dîrokî dikeve ser milê İraqê.”

Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî jî li beramberî van gotinên Erdogan, di hevpeyvînek ligel kanala esmanî El-Hurre got: “Em dizanin Tirkiye destê xwe têxe nav karûbarên İraqê. Lê di vê dawiyê de bi awayek berçav asta destlêwerdanê zêdetir bûye. Wisan lê hatiye ku axaftinan li ser İraqê dikin û wekî em di bin deshilatdariya wan de bin.”

Rudaw
Top