Malikî rê nade wezîrên Iraqiyê dewam bikin
Piştî aloziyên vê dawiyê yên navbera Lîsteya Iraqiye û Hevbendiya Dewleta Yasayê, Iraqiye rûniştinên Parlamento û Civata Wezîrên Iraqê boykot kir.
Peyvdarê hikûmeta Iraqê Elî Debax di daxuyaniyekê de ragihand, “Civata Wezîran di civîna xwe ya bi serokatiya Nûrî Malikî de biryar da ku êdî nabe wezîrên Iraqiye yên rûniştinên hikûmetê boykot kirine, karên wezaretên xwe birêve bibin.”
Debax amaje kir ku digel dewamkirina wezîrên ku li şûna wan hatine diyarkirin, hemû ew biryarên ku wezîrên Iraqiye li ser îmze bikin nameşin.
Debax aşkere kir ku her wiha rê bi wezîrên Iraqiye nayê dayîn ku dewam bikin û fermanberên wan wezaretan jî nabe reftarê digel wan bikin.
AKnews