Îranê cezayê bidarvekirinê da 2 kurdan
Elî û Hebîb Efşarî du girtiyên siyasî yên Kurd ên li bajarê Mihabadê bûn. Nêzî salekê ye li girtîgeha Mihabad û Urmiyê hatibûn girtin û cezayê bidarvekirinê li wan hate birîn.
Li gor Rojhilattimese; herdu Kurd bi sûcê dij derketina li rêya propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê û endamtiya partiyekî li dijî Îranê hatibûn gunehbarkirin.
Çend kesan li girtîgehê ragihandin ku di saetên duh (16.01.2012) ên sibehê de cezayê bidarvekirinê li Elî û Hebîb hate birîn. Herwiha ji bo pêdeçûna ji bo cezayê wan, 21 roj dem hatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye ku di nava 15 rojên despêkê yên sala 2012’an de 54 kes li girtîgehên Îranê hatine bidarvekirin
Rudaw