Rojnameya tirkî (Taraf) dest bi weşana kurdî dike
Li gor agahiyan rojnameya Tarafê êdî wê di pêvaka xwe ya pirtûkan de cîh bide zimanê kurdî jî.
Nivîskarên kurd Ali Fikri Işık û Hamid Omerî di pêvaka pirtûkan ya Tarafê de nivîs û nirxandinên xwe yên ewil nivîsandin. Di hejmara pêveka ku dê sibe bigihîje ber destê xwendevanan de Ali Fikri Işık li ser “Mirina Bêsî” ya Dilawer Zeraq û Hamid Omerî jî li ser romana Şêrzad Hesen“Jineke Xinanî” hûr bûye.
Li gor agahiyan rojnameya Tarafê êdî wê di her hejmara pêvekê de cîh bide nivîs û nirxandinên bi zimanê kurdî jî.
Aestakurd