• Friday, 17 May 2024
logo

Bi Serokatiya Serok Barzanî Civata Serokatiya PDK Civiya

Gulan Media January 17, 2012 Nûçe
Bi Serokatiya Serok Barzanî Civata Serokatiya PDK Civiya
Duh li baregeha mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê bi Serokatiya Serok Mesûd Barzanî civata Serokatiya Partiya demokrata Kurdistanê civiya.

Di civînê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, pêşkeftinên heyî yên li Kurdistan, Îraq û Deverê û bandora rasterast û bandora nerênî ya wan pêşkeftinan a li ser rewşa Kurdistan û Îraqê jî hate giftûgokirin.

Her di vê civîna han de rewşa paşerojê û egera qewmîna bûyer û rûdawên curbicur jî û helwesta partiya demokrata Kurdistanê a li hember wan bûyeran jî hate nîqaşkirin.

Di berdewamiya vê civîna han de meseleya guherîna postên Hikûmet û parlementoya Kurdistanê bi awayek ku, li gorî berejwendiyên Gelê Kurd be hate nirxandin.

Di dawiya vê civîna han de ji bilî tekez kirin li ser baş bikar anîna teknolojiyaya serdem hevdem tekez li ser kar kirin li gorî perensîbên netewayetî û demokratîkane û nîştimanperwerane yên partiya demokrata Kurdistanê hate kirin.
Top