Dahatê welatiyê Iraqê îsal dê bigihe 6 hezar dolar
Cîgirê Parêgarê Banka Navendî ya Iraqê Mezher Mihemed Salih ji AKnewsê re daxuyand, “Piştî ku dewletê sîstemek ji bo pêşvebirina projeyên petrolê û aborî danî, tê çaverêkrin îsal dahatê navendî yê welatiyê Iraqê bigihe 6 hezar dolar.”
Salih aşkere kir ku di sala 2011an de, dahatê navendî yê welatiyê Iraqê gihişte bêtirê 5 hezar û 200 dolar.
Salih ronî kir ku bilindbûna dahatê takê Iraqê bo bilindbûna asta henardekirina petrolê û pêşvebirina projeyên niştecîbûnê vedigere.
Raportên Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê dikin ku bêtirî 7 milyon kes li Iraqê di bin xeta hejariyê de dijîn.
Iraq her roj nêzîkî 2 milyon û 500 hezar bermîl petrol henardey derveyî welat dike.
AKnews