• Friday, 17 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Parêzgerê Hakkarî û şanda li gel kir

Gulan Media January 17, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Parêzgerê Hakkarî û şanda li gel kir
Duh dûşem 16/01/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Muammer Turker Parêzgerê Hakkarî û Konsolê Giştî yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê amade bû, vekirina du derbasgehên li navbera Parêzgehê Hakkarî û her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê guftûgokirin. Li vî warî de Parêzgerê Hakkarî ji bo encamdana van du derbasgehan daxwaza alîkariyê ji Serok Barzanî kir ku li rêya wî ve pêwendiya xizmayetî û bazirganiyên di navbera her sê navçeyan dixine nav çarçêweyekî yasayî.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku piştî temambûna rêkarên yasayiyên Herêma Kurdistanê amadeye hevkarî û kar hêsaniyê li vekirina her du derbasgehan bike û tekez jî li wê yekê kir ku vekirina van du derbasgehan xizmeta berev pêşveçûna pêwendiyên aborî û civakî û bazirganiyên di navbera Kurdistan û Iraq û Tirkiye yê dike.
Top