• Friday, 17 May 2024
logo

Li Lendenê berpirsê peywendî yên derve digel berpirsên Berîtanya civîya

Gulan Media January 17, 2012 Nûçe
Li Lendenê berpirsê peywendî yên derve digel berpirsên Berîtanya civîya
Di dema çend rojê derbas buyde konfiransa nêvdewletîkirin tawanên rijêma berê li Îraqê derheq gelê kurdistanê li Lenden hat lidar xistin. Ev konfiranse ji alî yê wezareta mafê mirova ya Îraqê hatibû rêkxistin û 3 roja berdewabû û têde Mihemed Şeya Sudanî wezîrê mafê Mirova yê Îraqa fedral û Dr.Mihyedîn Ebdulah rêkxerê balyozxaneya Îraqê li Berîtanya û nunerên wezareta derve û karûbarê Komonwêlsê ya Berîtanya û perlemantar Mîg Mon amadebun.

Hevdem şanda bilinda herêma kurdistanê ya beşdarî konfiransê ji Aram Mihemed wezîrê karûbarên Şehîd û Enfalkirya û Felah Mistefa berpirsê peywendîyên derve yên hikumeta herêma kurdistanê û xanim Beyan Samî Ebdulrehman nunera hikumeta herêmê li Bertanya û hejmareke perlemantarên Îraqê û herêma kurdistanê û berpirsên wezareta karûbarên şehîdan pêkhatibû.

Di dawîya konfiransê de, berpirsê peywendîyên derve digel hejmareke berpirs û perlemantar û xwedî biryar û çavdêra, çend dîdar û hevdîtin pêkanîn jibo şirovekirina rewşa nihaya herêma kurdistanê.

Di wan dîdare de berpirsê peywendî yên derve xûyakir ku Îraq niha di rewşeke pir giran û dijwarde derbas dibe û got:artêşa Emrîka Îraq hêla û divê em bihevre jîyanê bikîn û pêgîrbîn bi destur û parvekirina desthelatê li gor destura Îraqê , em di Îraqê de weke herêma kurdistanê bi destur pêgîrîn û dixazîn tev alî destur bikin kilîla çareserya pirsgirêka.

Her di dirêjahîya serdana xwe de û bi amadebuna xanim Beyan Samî nunera hikumeta herêmê li Berîtanya , Felah Mistefa digel berpirsên wezareta derve û karûbarên rêkxistîya Komonwêls civîya û ronî xiste ser rewşaa Îraqê û tekez li ser pêşdestîya Mesûd Barzanî serokê herêma kurdistanê jibo sazkirina kongireke niştîmanî bo tev alîyên Îraqê û dîtina rêçkeke çareseryê ji qeyrana nih ya Îraqê kir. Herweha gotûbêj li ser pêşketinên aburî û sîyasî li kurdistanê jî kirin.

Di dirêjahîya serdana xwe de bo Berîtanya, Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve digel Ehmed Onal Cêvîkoz balyozê Tirkîye li berîtanya civîya.

Di hevdîtinekê de rewşa navçeya rojhelata navîn û Îraqê û herêma kurdiatnê û Tirkîyê bihevre bas kirin. Tê gotin Îraq welatê care ye ji hevbeşa bazirganî digel Tirkîyê û pişka herî mezin ji wê bazirganî yê jibo herêma kurdistanê ye , di heman demêde kompanîyên Tirkîyê roleke mezin li herêmê heye, bitaybet di warê avedankirn û perwerî û kiltur de.

Ji alî yê din berpirsê peywendîyên derve serdan civata Lortên Berîtanya kir û ji alî yê Baronês Mosrês serokê beşa rojhelata navîn ji partîya Parêzgaran ,ku ye ji cêgirê serokê civata lortane bi germî hat pêşwazî kirin.

Civata Lortên Berîtanya kar dike jibo civandina perlemantarê partîya parêzgaran digel şehrezayên serekî û mêhvanên nêvdewletî jibnua geneşekirina sîyaseta derveya Berîtanya li Navçeya rojheleta navîn. Felah Mistefa ronî xiste ser rola pozetîfa zanîngehên Berîtanya , rêkxistîyên kilturî, rêkxistîyên ne hikumî û kompanî ya ku di sala 2003 were li kurdistanê dileyzin û piştevanîya xwe jî jibo harîkarî kirina wan dîyar kir.

Her du wezîrên hikumeta herêma kurdistanê Aram Mihemed û Felah Mistefa li roja yek şemê digel revend kurdistanê li Berîtanya civîyan bi armanca bilind kirina hoşyarîya Nêvdewletî li ser pirsgirêka Cînosaydêngelê kurdistanê.

Di civînê de Felah Mistefa amaje bi helwîsta birêz serokê herêma kurdistanê û serokê hikumeta herêmê da ku di konfirasa nunerên hikumeta heerêma kurdistanê tekez li ser kirye ku dive giringî yek mezin bi revenda kurdistanî li derve bêdayîn mîna beşeke civaka kurdistanê û giringî yê bi nerîn û helwîstên wan jî bêdayîn û derfet bidin wan beşdaryê di pirosa pêşketina kurdistanê de bikin.

Herweha got:dive tev alî bihevre kar bikîn jibo nasandina Cînosaydên gelê kurd û hemu tawanên derheqa wî kirîn li ser asta nêvdewletî
Top