Serokê Talîbana Pakistanê hate kuştin
Li gorî raporteke rêxistina ewlehî û sîxorî ya Pakistanê Hekîmula Mehsûd di encama êrîşeke firokeyên bê firokevan yên Amerîkayê hatiye kuştin lê heya niha rêxistina han ew nûçe belav nekiriye.
Li gorî nûçeyê dema ku karwaneke çekdarên Talîban di gel Mehsûd li parêzgeha Wezîristan a bakur di rê de bûn ketin ber êrîşa firokeyên Amerîka. Dezgehên sîxorî yên Pakistanê li gorî telefona çend çekdarên Talîban ew yek kifş kirine.
Avestakurd