Li Mûsilê teqîn: 8 mirî û 4 birîndar
General Xalid Ebdilsetar ji AKnewsê re ragihand, “Îro, rojhilatê bajarê Mûsilê, otomobîleke bombekirî li nava komnişîneke welatiyên Şebek de teqiya û di encamê de 8 polîs mirin û 4 jî birîndar bûn.”
Derbarê bûyerê de, Ebdilsetar wiha got, “Êriş di nav komnişîna Xedîr 40 km rojhilatê Mûsil de pêk hatiye ku piraniya nişteciyê wê kurdên şebek in û di encamê de, 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kesên din jî birîndar bûne.”
Tê zanîn karên tundûtûjiyê di çend bajarên Iraqê de zêde bû û bi taybet li bajarê Mûsilê, piştî wergirtina hêzên Iraqê dosya ewlehiyê ji hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û vekêşana hêzên DYAyê.
Hêjayî gotinê ye, bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nînowayê ye û 405 kilometir bakurê Bexdayê ye, hinek deverê wê parêzgehê ji deverên nakokdar di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de tên jimartin.
AKnews