• Friday, 17 May 2024
logo

‘Barzanî dê 18ê Rêbendanê serdana Bexdayê bike’

Gulan Media January 16, 2012 Nûçe
‘Barzanî dê 18ê Rêbendanê serdana Bexdayê bike’
Parlamenterê Iraqê yê kurd û ser bi lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê, Seîd Xoşnav, diyar kir, 18ê rêbendanê, Barzanî dê li Bexdayê digel parlamenter û berpirsên kurd ên hikûmeta Iraqê bicive.

Seîd Xoşnav, ji AKnewsê re got, roja çarşemê (18ê rêbendan), serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li Bexdayê digel parlamenter û berpirsên kurd bicive.

Xoşnav, diyar kir, rojeva sereke ya civînê dê rewşa niha ya Iraqê be.

AKnews
Top