• Friday, 17 May 2024
logo

Partiyên kurd xwe ji opozisyona Sûriyê vekişandin

Gulan Media January 16, 2012 Nûçe
Partiyên kurd xwe ji opozisyona Sûriyê vekişandin
Encûmena Niştimanî ya kurd, endamtiya partiyên kurd di nav opozisyona Sûriyê de (Encûmena Niştimanî ya Sûriyê, Desteya Hemahengiya Niştimanî, Ragihandina Şamê) sekinand.

Endamê ragihandina Encûmena Niştimanî ya kurd Mistefa Îsmaîl ji AKnewsê re ragihand, “Di civîna Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Niştimanî ya kurd de ku di 14 û 15 vê mehê de li Qamişloyê saz bû, biryara Kongreya Niştimanî ya kurd kete kar bi rawestandina endamtiya partiyên kurd di nav Encûmena Niştimanî ya Sûriyê û Desteya Hemahengiya Niştimanî de.”

Îsmaîl got ku ev biryar tenê li ser partiyên di nav Encûmena Niştimanî ya kurd de tê cîbicîkirin, û partiyên li derveyî meclîsê wek Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Şepêla Paşerojê li xwe nagire.

Yek ji biryarên Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, rawestandina endamtiya partiyên kurd di nav komên dijbereya Sûriyê de bû û heyam cîbicîkirinê heta sersalê hatibû destnîşankirin.

Endamê serbixwe yê Encûmena Niştimanî ya kurd Mistefa Îsmaîl diyar kir ku biryarê ev partî li xwe girtine: 3 partiyên di nav Desteya Hemahengiya Niştimanî de (Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê “baskê Nesredîn Îbrahîm” - Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê “baskê Cemal Mela Mehmûd” – Partiya Çep a Kurd) û 2 partiyên di nav Encûmena Niştimanî ya Sûriyê de (Partiya Azadî û Yekîtiya Kurd)

Îsmaîl aşkere kir ku partiyên di nav Ragihandina Şamê de ku ew jî beşek ji Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ne, dê endamtiya xwe rawestînin.

- Encûmena Niştimanî ya Kurd bi hêztir dibe

Mistefa Îsmaîl tekez kir ku bi vê biryarê Encûmena Niştimanî ya Kurd dê xurtir bibe û dê du-endamtiya partiyên kurd ji meclîs û komên din re bi dawî dibe.

Îsmaîl got, “Şerpeze û parçebûna kurdan di nav dijbereya Sûriyê de bi dawî dibe, çunku endamtiya di komên din de Encûmena Niştimanî ya Kurd hejar kiribû.”

Ji aliyekî dî ve, nûnerê Partiya Çep a Kurd li Herêma Kurdistanê Şelal Gedo ji Aknewsê re aşkere kir, "Sedema serekî ji biryarê re, ku hevdengî di nav kurdan de hebe ji bo gotûbêjên bi opozisyênê re bihêztir bibin û pêdegiriyê bi mafê çarenûsê bo gelê kurd bikin."

Gedo tekez kir ku piştî vê biryarê dê kesayetiya kurd a serbixwe di nav dijbereya Sûriyê de durist bibe û dê xwediyê biryara xwe be.

Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di 26ê cotmeha 2011ê de, bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên 10 partiyan û hinek ciwanên çalak, saz bû. Di encama Kongreyê de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hatine damezrandin.

Endamê ragihandina Encûmena Niştimanî ya kurd Mistefa Îsmaîl derbarê kesayetiyên serbixwe di nav dijbereya Sûriyê de jî diyar kir, “Em bang li wan jî bikin taku ji nav opozisyona Sûriyê vekişin, lê ew wek partiyan bi biryara me ne pêgir in.”

AKnews
Top