• Friday, 17 May 2024
logo

Fazil Mîranî: Namzetê PDK’ê yê serokwezîrtiyê Nêçîrvan Barzanî ye

Gulan Media January 16, 2012 Nûçe
Fazil Mîranî: Namzetê PDK’ê yê serokwezîrtiyê Nêçîrvan Barzanî ye
ekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku namzetê PDKê yê ji bo Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye. Mîranî got, ew hewl didin ku hikumeta bê projeyên dijberan jî bigre nav xwe û bibe hikumeta gel. Herwiha bernameya opozisyonê jî digre nava xwe.

Gotinên Fazil Mîranî di demekê de ye ku PDK mijûle hikûmetê wergire. Piştî Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ji serdana xwe ya Amerîkayê vegeriya, di vê çarçoveyê de ketiya nava hewldanên ku opozisyonê beşdarî hikûmetê bike. Civîna yekemîn jî bi Komeleya Îslamî re hat lidarxistin.

Sekreterê Politburoya PDKê Mîranî di hevpeyvîna xwe ya li gel Rûdawê de got: “Biryare di civîna îro (16.01.12) ya serkirdayetiya PDK’ê de ev mijar bi awayekî temam bê yekalîkirin. Biryara dawî ya derbarê hikûmet û wergirtina serokatiya hikûmetê ya ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve bê dayîn.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî heta şeva borî jî hemû biryarên Politburoyê qebûl nekiribû.

Mîranî derbarê namzetên ji bo postê cîgirê serokê hikûmet û wezaretan jî got: “Ti têbiniyên me nîne, lê pêwîste em herdu alî li ser namzetên PDK û YNK’ê razîbin. Divê Cîgirê Serokê Hikûmetê bi dilê PDK’ê be û Serokê Hikûmetê jî bi dilê YNK’ê be.”

Sekreterê Politburoya PDKê, derbarê bernameya hikumeta nû de jî got: “Bernameya PDK’ê ya ji bo hikûmetê jî wê bernameyekî berfireh û nîştîmanî be. Ango bernameya PDK, YNK, parlamento û aliyên opozisyonê digre nava xwe. Ji ber em dixwazin hikûmeta bê ya gel be, ji bo vê hikûmetê jî pêwîste projeyekî nîştîmanî hebe.”

Li aliyekî din jî endamê Polîtburoya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Ebdulstar Mecîd got: “Di civînên navbera Komele û PDKê de, Nêçîrvan Barzanî ji me xwest ku em tevlî hikumeta nû bibin. Komeleya Îslamî jî got, di vê derbarê de tiştek nabêjin û tevî aliyên muxalefetê yên din dê bersivê bidin.”

Ebdulstar Mecîd herwiha got: “Ew civîn li ser daxwaza Komela Îslamî bû, me Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî agehdar nekiribû.”

Civîna navbera PDK û Komeleya Îslamî roja yekşemê (15.01.2012) li Politburoya PDKê hate lidarxistin. Şanda Komeleya Îslamî ji Sekreterê Komeleyê Elî Bapîr, endamên Politburoyê Tofîq Kerîm û Ebdulstar Mecîd pêk hatibû. Şanda hevdîtinê ya PDKê jî, ji Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Sekreterê PDKê Fazil Mîranî û Endamê Polîtburoyê Mesrûr Barzanî pêk hatibû.”

Ebdulsetar Mecît got: “Me bi eşkere got, meseleya beşdarîkirina opozisyonê ya di hikûmeta nû de, girêdayî cîbicîkirina biryarên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên derbarê radestkirina tometbarên xwepêşandên 17’ê Sibatê de ye. Dema ew qonax dest pê kir, wê civînên pêncalî dest pê bikin. Di wan civînan de jî ger hersê aliyên opozisyonê û herdu partiyên deshilatdar li ser projeya reforman gihiştin rêkeftinê, wê demê opozisyon wê biryar bide ku beşdarî hikûmetê bibe. Ev biryara hersê aliyên opozisyonê ya derbarê beşdarîkirina hikûmetê ye.”

Endamê Polîtborûya Komeleyê Ebdulstar Mecîd berî sê rojan jî gotibû: “Me wekî opozisyonê hê jî dergehê beşdarîkirina hikûmetê kilîl nekiriye.”
Top