• Friday, 17 May 2024
logo

Hewlêr ji bo kongreya nîştîmanî cihê herî guncaw e

Gulan Media January 16, 2012 Nûçe
Hewlêr ji bo kongreya nîştîmanî cihê herî guncaw e
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku li holê ji bo veguhestina cihê sazkirina kongreya nîştîmanî bo Hewlêrê pêşniyarek heye.

Li gor rojnameya Şerq el-Ewsed, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hûsên got: “Ji ber helwesta nerênî ya çend aliyan a derbarê tevlîbûna kongreya nîştîmanî de, bi baweriya Serokatiya Herêma Kurdistanê çareseriya herî guncaw a ji bo tevlîbûna hemû pêkhateyên İraqê ya di kongreya nîştîmanî de veguhestina cihê kongreyê ji Bexda bû Hewlêrê ye.”

Fûad Hûsên dibêje: “Sazkirina kongreya nîştîmanî li Hewlêrê nayê wê wateyê ku Hewlêr ji Bexda baştir be, belkî armanca me rewşa aloz ya peywendiyên navbera piraniya aliyên siyasî de ye.”

Berî niha hatibû ragihandin ku ger kongreya nîştîmanî li Bexda bê sazkirin wê Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê beşdar bibe. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên Serokkomarê İraqê Celal Talabanî yên ji bo serxistina wê kongreyê ragihandibû. Ev kongre jî wê ji bo çareserkirina krîza siyasî ya İraqê bê girêdan.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hûsên got: “Ji ber krîza ku niha li İraqê heye, Hewlêr ji bo sazkirina kongreya nîştîmanî cihê herî guncawe û garangiya serkeftinê jî bide. Ev jî ji ber aramiya li navçeyê ye.”

Rudaw
Top