Berpirsê peywendî yên derve bo (Şerqûlewset): Nêçîrvan Barzanî serokê Hikumeta dahatî ya Kurdistanê ye
Rojnameya Şerqûlewset di peyamekî de radigehîne ku Dr. Berhem Salih serokê hikumeta herêma kurdistanê di çen helketina de û bitaybet di van rojên dawî yê de,daxwaz kirye ku (P.D.K) lez bike jibo wergirtina posta serokatîya hikumeta herêma kurdistanê û ragihand: gîrobuna vê pirsê di berjewendî ya kurdistanê de nine û bitaybet pirsa budceya herêmê nêze di keve ber destê perlemanê jiboy gengeşe bike ku girêdayî berjewendîya xelkê kurdistanê ye, herweha Şerqûlewset dibêje: jêderek ji hikumeta herêma kurdistanê tekez dike ku birêz Nêçîrvan Barzanî wê bibe serokê hikumeta dahatî ya herêma kurdistanê.
Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derveyên hikuemta herêma kurdistanê di daxûyanîkekê de bo rojnama Şerqûlewset li Lendenê paytexta Berîtanya duh tekez kir û ragihand: Nêçîrvan Barzanî di dema çend rojên dahatî de wê serokatî ya hikumeta herêma kurdistanê werbigire û hikumeteke nu ava bike û çend ji wezîrên hikumeta niha di nêvde dibin û pêkhateya kabîneya hikumetê jî girêday piroblama serokê hikumetê dibe.