• Friday, 17 May 2024
logo

Beşar Esed lêborîna giştî ragihand

Gulan Media January 15, 2012 Nûçe
Beşar Esed lêborîna giştî ragihand
serokdewletê Sûriyê Beşar Esed, lêborîneke giştî bo bûyerên wî welatî ragihand.

Televîzyona dewletê ya Sûriyê ragihand, Beşar Esed, lêborîna giştî bo hemû kesên di bûyerên wî welatî de sûc kirine, derxist.

Li gorî nûçeyê, lêborîn dê hemû kesên ji 15ê adara 2011ê ve heta roja derxistina lêborîna giştî yanê 15ê rêbendanê bigire nav xwe.

Ji aliyekî din, tê gotin, şer û pevçûn di navbera hêzên dewlet û çekdarên “artêşa azadiya Sûriyê” de didome û fermandeyekî pilebilind ê artêşa Sûriyê çûye nav refên dijberên Şamê.
Top