Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziya Emîr Komela Îslamî Ya Kurdistanê Kir
Di hevdîtineke de ku, Endamê Mekteb siyasiya PDK Mesrûr Barzanî û Sekreterê MS ya PDK Fazil Mîranî jî tê de amade bûn, Nêçîrvan Barzanî rewşa siyasî ya Deverê û Îraqê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî rave kir û balkêşande ser rewşa navxweyî ya îro a kurdistanê û diyar kir ku, rewş û pêvajoya han ji me dixwaze ku, em bihvre yek rêz û yek alî bin.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, di vê pêvajoya han de ku, Îraq rastî qirîzeke gelek aloz hatiye pêwîste tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê destkeftên heyî yên Gelê Kurd biparêzin û bihevre yek rêz û yek deng bin.