Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Desteya Tenfîzî ya Partiya Hêzên Lubnanî kir
Li hevdîtinê de, Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi hevdîtina Dr. Semîr Ce'ce' û şanda li gel derbirî û hêvî xwest pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Lubnanê zêdetir pêşbikeve.
Li beramberda Dr. Semîr Ce'ce' spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û piştgîriya xwe jî ji bo zêdeetir pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan ya hemû astan da derbirî.
Paşê her du alî di derbarê rewşa welatên rojhilata navîn, bi taybetî welatên Erebiyan û bandora wê ya li ser pêşketina wan welatan li ser navçeyê û her wiha rewşa siyasiya îro ya Iraq û Lubnanê de danustandina bîr û ramanan kirin.