• Friday, 17 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Emerîka kir

Gulan Media January 15, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Emerîka kir
Îro yekşem 15/01/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz William Burns Cîgirê Wezîrê Derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka, Balyozê wî welatî li Iraq û Konsolê Giştiyê li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, di derbarê pêwendiya du qoliya di navbera Herêma Kurdistan û Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan hate guftûgokirin.

Her wiha li vê hevdîtinê de di derbarê guhertinên dawî ya grupên siyasiya Iraqê û ew tengasiya siyasiya ku ev demeke dûçarî bûye û çawayiya çareserkirina wê û rakirina wan astengên ku hatine ber vê pêvajoya siyasî hate nirxandin.

Li vî warî Serok Barzanî dîtin û nêrînên xwe yên sebaret bi tengasî û astengên li ber pêvajoya siyasî û her wiha encama hevdîtin û guftûgoyên li gel aliyê siyasiyên Iraqiyan yên li vê dema derbasbûyî de xiste rû û balkişand li ser wê yekê ku li hewlên hevdû nêzîk kirina dîtin û nêrînên cûda de berdewam dibin û piştgîriya xwe ya tevahî jî ji bo wan hewlên ku Serok Komarê Iraqa Federal ji bo bestina kongreya nîştimanî dide ku têda hemû meseleyên helawestiyên heta niha nehatine çareser kirin bixin rû da ku çareseriyek ji bo wan pirsgirêkan bê dîtin û biçin warê cîh bi cîhkirinê. Ji bo her meseleyek jî divê‌ seqfekî zemenî ji bo cîh bi cîhkirina wan bête danîn.

Cîgirê Wezîrê Derveyê Emerîka behsa rola Serok Barzanî kir ku çawa bi destpêşxeriya xwe karî hemû aliyê siyasiyan li gel hevdû kom bike ku hikûmeta niha jî ji wê pêkhat û nîgeraniya xwe jî sebaret bi wê tengasiya ku dûçarî pêvajoya siyasî bûye derbirî û ragihand ku Hikûmeta Emerîka bi girîngiyê ve temaşa çawayiya çareserkirina tengasiyan dike û tekez jî li wê yekê kir ku baştirîn çareserî cîh bi cîhkirina peymana Hewlêre ji ber ku ew hemû mesele têda heye ku îro bune sedema dirustbûna van tengasiyan û bi pêwîstî jî zanî ku li wê kongreyê da nexşeya birêvebirina welat bê dariştin û hevbendiya rasteqîne û tewafuqa nîştimanî jî bêne holê wekî wê yekê ku li peymana Hewlêrê da hatine destnîşan kirin.

Cîgirê Wezîrê Derveyê Emerîka silavên her yek Serok Obama û Joseph Biden Cîgirê wî û Hillary Clinton Wezîra Derve gihande Serok Barzanî.
Top