Barzanî ji aliyên Êraqê nîgerane
Felekedîn Kakeyî Rawêjkarê siyasî yê Serokê Herêma Kurdistanê ji Xendanê re Ragehand ku : "Serokê Herêma Kurdistanê bi temamî piştgiriya Serok Talebanî ji bo Kongira Niştimanî dike, her weha piştgiriya her pêkhateyekê dike bi awayekî ku desturê biparêzê û berjewendiyên Giştî tê de hebin."
Di dirêjahiya gotina xwe de Kakeyî cext kir ku Barzanî bi xwe beşdariya kongirê nake, egera wê jî, ji ber ku rêkeftinnameya Hewlêrê nehat cîbecî kirin û wek xwe ma, Kakeyî weha got:" Rêkeftinnama Hewlêr tenê pêkhateya Malîkî li xwe negirtbû, belko çend xalên din jî hebûn û zor girîng bûn, nehatin cîbecî kirin. Barzanî dibêje eger ew rekeftin neyên bicihanîn , beşdarî yan ne beşdarbûn sudê xwe çiye."
Di dawiya gotina xwe de Kakeyî dupatkir ku Barzanî piştevaniya bêşneyara Mam Celal dike û got:"Kurdistan jî wek Kutleyek beşdariya kombûnê dike û hêvîdarin serkeftî bin."
Xendan