Burhan Gelyon berpirsên Herêma Kurdistan dîtin
Serokê Encumena Niştimanî Sûriye Gelyon di serdana xwe ya nehênî de, rê nehat dan ku naveroka wê aşkira bibe, çavê wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ketiye, her weha behsa aliyên Kurdî ji bo biçin nav Encumena Niştimanî Sûriye yê hatiye kirin.
Endamê Mekteba siyasî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriya Ebdilbaqî Yusif ji aliye xwe ve red dike ku niyaza Partiyên siyasî hebe biçine nav ew Encumene, ev jî aşkira kir ku li çend rojê pêş de bi temamî li wê encumenê vedikşin û got: "Ji ber ku Kurd li wê encumenê hatinê perawîz kirin. Lê belê em amadene hevkariyê bi E.N.Sûriye bikin."
Hate zanîn ku Serokê Encumena Niştimanî Sûriye çav xwe bi hîç serkirdeyekî Partiyên Kurdên Rojavayê Kurdistan neketiye.
Xendan