Li Enbarê êriş: polîsek mir
Efser Mihemed el-Cumeylî ji AKnewsê re ragihand, “Duhî, li rojhilatê bajarê Felûce ji aliyê hin çekdarên nenas ve bombeyek li ber hêzên Iraqê hate teqandin, û di encamê de 1 polîs mir û 2 jî birîndar bûn.”
Derbarê bûyerê de, çavkaniyê wiha got, “Êriş li navçeya Şubirtanî li rojhilatê bajarê Felûce pêk hatiye.”
Parêzgeha Enbar navenda wê Remadiyê ye û 110 km rojavayê Bexdayê ye û niha di aramiyekê de dijî ku berê ew qada şer bû û bi taybet bajarê Felûce (45 km rojavaya Bexda).
AKnews