• Friday, 17 May 2024
logo

Serokê Perlemana Kurdistanê pêşwazî li Serokê Partiya Hêzên Libnanî Dr. Semîr Ce’e Ce’e û şanda ligel kir

Gulan Media January 15, 2012 Nûçe
Serokê Perlemana Kurdistanê pêşwazî li Serokê Partiya Hêzên Libnanî Dr. Semîr Ce’e Ce’e û şanda ligel kir
Duh, (14.01.12) Serokê Perlemana Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî li nivîsîngeha xwe ya li parlamentoyê, pêşwazî li Serokê Partiya Hêzên Libnanî Dr. Semîr Ce’e Ce’e û şanda ligel kir. Ew şand ji Wezîrê berê yê Libnanê û Endamê Rêveberiya Partiya Hêzên Libnanê Dr. Tony Kerem, Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Hêzên Libnanê Macid Ebî Lem’e, Berpirsê Peywendiyên Derve Beyar Buasî û Wekîlê Serokê Partiya Hêzên Libnanê Wehbe Qi’lîşya pêkdihat.

Di hevdîtinekê de Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Giştî û Endamê Civata Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî amadebû.

Serokê Perlemana Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî xweşhaliya xwe ji ber hevdîtina Semîr Ce’e Ce’e û şanda ligel kir. Kerkûkî daxwaz kir ku roj bi roj peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Komara Libnanî di hemû astan de û bi taybet jî herdu gelên Kurdistan û Libanî ku gelek bûyerên dîrokî û karesatên wekî hev bi hev ve girêdidin, pêşbikevin.

Serokê Partiya Hêzên Libnanî Dr. Semîr Ce’e sipasiyên xwe ji bo vê pêşwaziyê anî ziman û piştgiriya xwe ji bo gotinên Kerkûkî yên ji bo xurtkirina peywendiyên herdu aliyan ên di hemû waran de dûbare kir.

Piştre jî herdu aliyan li ser rewşa siyasî ya İraq, welatên Rojhilata Navîn, Bihara Erebî, bandora wan a li ser rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên demokrasiyê axivîn. Serokê Perlemana Kurdistanê tevî pêşkêşkirina kurtiyek derbarê pêkhateya ayînî û netewî yên perlemana Kurdistanê, derbarê rewşa İraqê de jî got: “Ji bo derbasbûna ji vê nakokiyê, pêwîste hemû alî girêdayî destûra dayîmî ya İraqa Federal bibin. Ew jî yekparçeyiya ax, gel û serweriya İraqê biparêzin. Bi me başe ku li gor pêgeyan herêmên federal ên wekî Herêma Kurdistanê bên damezirandin û li Bexda ji bo hemû alî bikarin xizmeta İraqa nû bikin, santralek normal hebe.”

Serokê Perlemana Kurdistanê Kemal Kerkûkî di dawiya hevdîtinê de razêta parlamentoa Kurdistanê û xelatek pêşkêşî Dr. Semîr Ce’e Ce’e kir. Dr. Semîr jî diyariyek pêşkêşî Serokê Perlemana Kurdistanê kir.
Top